Biharekê dixwazim ji bêhna Kûlîlkê …nek ji dengê şikestinê

2/2/2009
 

Em zarokên bihara 1975an bi şikestin û bi dawîhatina  şiroş û tevgera Kurdistana başûr, ji xeweke şêrîn û hişiyarîyek tal  serê sobê rabûyin ser lingan, bab û biran tivengên sernişîv bi milan ve û xûşk û dayîkan bi cût destên serevraz di lorand in.

Em, ew kesên zaro, yên ji bilî hezkirin, viyan û keniyê tiştek din ji vê jiyanê fam nedikr, bi girî û zêmara vê şikestinê yarîyên xwe bi nîvî hiştin!!

Sal derbasbûn lê hertim dema van salan xwe nû dikir, bihar jê dihat dizîn û bi sê demsalan silavî me dikir, werzê biharê ji bilî mergesat, şikestin, bidawîbûna serhildanan û berdewambûna qetlîaman me hay ji tiştek din ne dibû.

Salên me derbasbûn, em ew kesên zaro..ji vê qûnaxê derbas bûyin û gehştîn qûnaxa qeyrebûn û sinêlîyê(Teenager), lê dîsan em ewên sinêle di salên 1977 – 1979 bi êş û azarên wêrankririn û kavilkirina gûndan û koçberîya bi zûrî li ser axa welat, ev qûnaxa hesas ya di jiyê mirovan da derbaskir, em sinêleyên dilşkestî bê evîn, bê hêvî û bê paşeroj li ser rîya vê qûnaxê meşiyayîn, rijêma Seddamî serpişta trombêlên leşkirî yên ji cûrên (Iva) kirbûn wargeh û mala me ya herûher, ji serê çiyan, ji nav kanî û mêrg û çîmenan berê me da tuz û xûbara deştê ya ku, gelek dûrî jiyan û hawîrdûra me.

Wî çaxî yêdebarî koçberî û derbederîyê şerê Hekarîyan hebû, weke hûn dizanin şerê Hekarîya dîsan birîneka kûre di laşê pir birînî yê kurdayetîyê da, bi sedan Şervan, Ronakbîr û xûrtên kurdan bi destên kurdan bixwe di vî şerî da hatin kûştin, di van rojan da gelek nivîskaran derheqî ciwamêrî û kurdayetîya şehîdê nemir Necmeddîn Buyukaya nivîs nivîsand bûn, di dema şerê Hekarîyan da wî rolek mezin lîst daku kurd..kurdî ne kûje û weke navbeynkar û berevanê vî derdê giran bû, weke di Pirtûka rêzdar Newşêrwan Mistefa da hatî, vî kurdperwerî xebatek jêhatî kir ji bo ku, gelek kesan ji mirinê rizgar bike.

Sal derbas bûn, em mezin bûyin, me birîna xwe jî bi xwera mezin kir, me û wan her yekî ji me, li layekî ruhê xwe û rûhê Nîştîmana xwe jihev dikişand, di wê Nîştîmana parçekirî da, em jî weke mirov hatîn parçakirin.

Wî çaxî min dest bi nivîsandina bi kurdî kir bû, hind helbestên min yên destpêkê hebûn,

Helbestek ji wana bi navnîşana (Hevrikî – dûberî) nivîsand bû, di wê helbestê da min dûberîya nava herdû hêzên kurdî li başûr û hezkirinên dûjminan ji bo vê dûberîyê di vê helbesta sade da anî bûn ziman, paşî ev helbest di rojnama Hawkarî da, hat weşandin, helebst ev bû:

Hevrikî

Carekê.. li biharêkê

Du bilbilan

li ser text û tacê gulan

bi hev re kir şer

rawestiyan li serê hevdu, bi nîkilan

darkoke û qelereşan

ji keyfan da, kar guherîn

dest avêtin kilçîv û kilan

û reqisîn

ji van xema…bihar nema

gul çilmisîn

van bilbilan

-hevrikiyeke we dirêj

– xwîneke gelek bi verêj

– dîrokeke bi jeng û qirêj

ji bo xwe çêkir

pa ,,Elho,, jî,

neyar û dojminek kevn e!

dema, wî ho dîtîn

gût ax dilo:

xweziyên min!

xweş nêçîr in, iha evin e

-iha xweş nêçîrin evin e!

Belê hem me û hem wan, li ser singê dayîka Nîştîman, xûnek bi pêl rijand, çendî dem derbas dibû, ewqas birîna me kûrtir dibû, paşeroja me tarî tir û armanca me dûrtir dibû, çawan em ji armanca xwe bidûr ketbûn, weha me merhele û qûnaxên jiyê xwe li pişt xwe û dûrî xwe hiştbûn.

Dema em mezin bûn û keftîn di nava rengên evînê da, bûn xwedî dezgir û nîşanî wî çaxî jî dîsan bihar bû, lê çi bihar?!

Li şûna şeva xenayê bişêlin û şefeqa serê sobê bi rengê destên xenakirî  û awazên evînê ageh û serwext bibin, wî çaxî em bi rengê birîna Helebçê û bi dengê balefir û bombeyên jehra Kîmyawî ji xewê hişyar bûyin, gûlav û parfûma li me hatbû reşandin jehra Xerdel û siyanîd bû, gûvendîyên bi kêfû sema pitir ji pênc hezar şehîdan bûn, di şergeha şahîya nîşanîyê da em bûn behîdarên mergesat û qetlîamek kû, dîrok çi caran wê jibîr nake, em bûn behîdarên Heleça şehîd.

Sal derbasbûn, zemenî em jî bi xwera mezin kirîn, êşa me jî mezintir bû, ez bûm zava, di şeva zewac û vegûhastinê da em bi kêfa xwe şad nebûn, êşa digûtinê Enfal, derdê digûtinê tûnekirina netewekê kesê siyan bû li ser textê şeva zewacê, serê sobê û spêdeya xelatdayînê Enfal xelatê şahîya mebû!!

Sal derbasbûn ez bûm Bab, di bihara 1991an da bişkoja nû bişkftî di bihara jiyana daîyik û baban da (Huzan)a keça me bû, lê di demek kin da, rev û mergesata Bihara 91an nehiştin gûl û çîçekên weke Huzan ê xîf bibin û ciwaniyê ji xwezayê ra bibexşin, weke kûlîlkên ji dervey demê şîn bûyî, em jî weha dersinûr û koçber bûyin, ber bi asoyên nediyar û paşerojên tarî me dest bi meşa bê awatîyê kir!!

Sal derbasbûn û tayên mûyê spî silavî ser û bedenê me kirin (Mijê avête derdûlan) li ser bedenê me rengên payîzî hildan, demsal biharek payîzî bû, bihara 1994an bû, dîsan kurd li ser karê xwe bûn, kûlîkên Nîsan û Gûlana vê salê, bi xûna şerê birakûjîyê cardî hatin reng kirin, hertişt serûbin bû, ne bihar êdî weke demsal hat dîtin, ne kûrdayetî êdî weke doz di hat hêvîkirin, kûrdînî ji bo xwe çû û em jî ji bo xwe hatîn!!

Em bi kû da hatîn?

koçber, derbeder, penaber, bêkar, bê rawestgeh, û bê armanc em bûn êxsîrên bendemaîynek bê veger, çaverîyê vegera welatek ku, qet salûxên jiyanek ji hejî mirovan li ser sîmayê wî peyda nabin, welatek bûye labûra hemû tecrûbên sext û dijwar, welatek bîna girara bûsî û dengê mirovê biyanî jê difre asmanan!!

Biharên me her tim bi vî awayî silavî me dike, em bi zarotîyek dilşikestî, bi qeyrebûnek bê evîn, bi destgirtîyek şînî û zêmar û bi babîynîyek ne li ser axa xwe pêşwazîya demsala biharê dikîn…hêvî, xwezî, rica û sed rica dikîn ku, bihara îsal, bihara 2009an bi rengên xwe yên xwezayî silvaî me bike û em jî bi pêşwazîyek bi rûmet bixêrhatina wê bikîn.

Bila bihara îsal li Amedê bibe kernefala serkeftinan di hilbijartinên adarê da.

Li Hewlêrê bibe bihara wekhevî û sazdana Kongra Yekêtîya Kurdan û peymana ku, êdî xwîna kurdan li kurdan bihê heramkirin.

Li hemû parçên Kurdistanê bihar..bibe bihara A.Xanî ya ku, Mem û Zîn têde dîdara evînê sazkirîn.

Bila bibe bihara wan kesên sê beşên jiyana xwe bi derdeserî, mergesatî û nexweşîyan ra burandîn û beşa çaran bike rojên şadî, azadî û mizgînîyan û senarioyek  happy end, weke çawan li jiyê zarokîyê me parîyê xwarina herî xweş ji bu dawîyê di hişt, bila weha em jî li dawîya jiyana xwe ji bo jiyanê, ji bo azadiyê ji bo tihstek nû bikenîn, ev ricayeke hêvidarîn ev rica me bibe cihê rêzgirtinê.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: