Enfal li dij bakur…bi version a AKP ê


20/11/2008
Di pirtuka piroz Incîlê da, hatîye (Ji peyvê hatiye destpêkirin), belê îro bi gûtina, yan hez bike yan jî terkbike, desthilatdarên Tirk û serok hikumetê wan R.T.Erdogan pilana enfalkirina kurdan li bakur daye destpêkrin, di vê qûnaxê da, ew kurdan bi gûtina yan hez bike yan jî bicih bihêle ji bo Enfaleka fi`ilî hişyar dike…  

Ev gûtina Erdogan heman gûtina Seddam Husên serokê berê yê îraqê, di îne bîra mirov, dema wî di sala 1986an heman gûtina Erdogan gût bu, destpêka Enfalan li başûr wek merhela yekan li sala 1986an bi gûtina yan hez bike yan jî terik bike dabû destpêkirin, bi şêwek zelal tir wan digût: yan hûnê bibin iraqî û li jêr ala Be`aasîyan bijîn, yan jî hûnê bihên dersinor kirin, di heman salê da bi hezaran malbat û kesûkarên, wan kesên, tevlî şorişê bibûn, ji bajar û gûndan hatin derkirin û ew li gûr biryara wan ya wî çaxî hatin sinordaş kirin, wî çaxî herêmên li jêr însîyatîva hêzên pêşmerge li kurdistana başûr di destnîşankirî bûn, bi vê vavartin û ji hevcûda kirinê, Be`aasîyan di xwestin herêma Enafalkirinê û weşandina derbeyên tevkûjîyê baş bihê diyar kirin.

Di sala1988an da, sinorên peyvan hatin derbas kirin, merhela peyvê qedîya, îcar dest bi merhela kiryarê hat kirin, bi hezaran gûnd hatin vala kirin, şewitandin û wêrankirin, qetlîama Helebçê çê bû, çekên kîmîyawî û jehrawî li seranserî kurdistanê hatin bi kar anîn, gûtina yan hez bike yan jî terik bike, bi tenê behane û hêcetek vala bû daku, bi wê behanê kurdan asmîle biken û ji wan herêmên destnîşankirî ramalin.

Niha jî li Kurdistana bakûr desthilatdarên tirk bi pêşengî û nwêneratîya Erdogan û partîya wî AKP ê gûtina xwe gût û merhela yekan da destpêkrin, ev du mînak, du wêneyên wekhev in, li başûr paşî jî li bakûr.

Be`aasîyan li başûr li ser navê Qu`rana pîroz Soreta Enfalan ji bo qetlîama li dij kurdan pêk anî, helbet xûdayê mezin û Qu`rana pîroz ji van karên nemirovatî di dûr in, lê rijêm û serdestên kurdan her tim Ola îslamî ji bu berjewendîyên xwe bi kar anîne û ji rêka xûdê derketîne û ev pîrozîya Olî li dij kurdan bi kar anîne, di vêrs û ayeta 12 da ji soreta Enfalan hatîye ku, piştî jihevcûda kirinê, bawermend dê bên destnîşankirin û yê ne bawermendjî dê hên sizadan, tirsa mezin bixin cergê nebawermendan nû divê li wan bihê xistin heta tên jinavbirin, helbet rijêma seddamî û rijêma Erdogan xwestine vê ayetê li şirova xwe ya neteweperst li dij kurdan bi kar bînin, ew jî wek merhela yekan ji hev vavartin û ji hevcûdakirinekê dixwazin, yên bawerî bi rijêmên wan nîne û ne bû, bihên tinekirin(jinavbirin) yên hez biken û siyaseta wan erê biken, dê pêşwazî li wan hête kirin, yên hez  nekin jî, dê hêne destnîşan kirin û paşî bi behaneya terik kirinê dê bên jinavbirin û qetlîama li dij bên meşandin.

Temam ev herdu mînak 100% di şibin hev, lê bi tenê, dem, cih û biker ji hev di cûda ne, demek heman pilan û heman rêbazên li dij bakûr û başûr di wek hevin, tiştê din yê ji hevcûda ewe ku, li başûr rijêma Seddamî gûtina xwe praktîze kir û gûtina xwe wergerand kiryarê û bi cih anî.

Lê Erdogan hêjî di qûnaxa gûtinê daye, ez bawerim di demek zûda ewê weke rijêma Seddam vê gûtina xwe vegûhêzîte kiryarê û ew jî dê praktîze bike.

Belê me helwêsta herdû rijêmên serdest li bakûr û li başûr nas kir, me ev herdû mînakên wek hev li bîr anîn, de ka fermûn em helwêsta layenê kurdî jî li hember van bûyeran li bîr bînîn, helwêsta du siyasetmedarên kurd yekî bakurî û yekî başûr  li hember bûyerên nû û siyaseta AKP ê li hember kurdan bi kurtî be jî wek mînak behis bikîn!!

Berî demekî siyasetmedarekî bakûrî gût bû: eger dengekî min hebaye min da ba Erdogan û partîya wî AKP ê, dîsan siyasetmedarekî başûr î jî, berî sê mehan gût bû: Serokwezîrê Tirkîyê rêzdar Erdogan û partîya wî AKP e, xelateke xûdê ji asmanan ji bo tirkîyê herêmê hinartîn, ewê şerê AKP ê bike ew şerê kurdan dike!!.

Li vir pirs ewe gelo eger siyasetmedarên kurd yên di senga giranda ev pêşbînî û ev dîtin ji bo Erdogan û partîya wî hebin? pa em ji bo kurdekî belngaz û nezan çi bibêjîn?!

Me hertim gûtîye tehlokeya MHP û Eskeran li hember kurdan, gelek mezin tire ji siyaseta Erdogan û AKP ê, bi bawerî dibêjim Gelê me li bakur êdî dost û dojminên xwe baş naskirine, hişyariya netewî serdeste û ewê nehêlin li bakûr êdî dîrok xwe dûbare bike.

N.Balayi

 

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: