Kampaniya ji bo çareserîyek aştîyane û Konferansek biserketî

Necîb BALAYÎ
Kampaniya ji bo çareserîyek aştîyane û Konferansek biserketî
24/3/2009

Di van rojan da, li ser asta Kurdistanê û herêmê bi tevayî gûherîn, bûyer û werçerxanên pir giring û hesas qewimîne û di qewmin, ji wan bûyeran:
-Cuş, yekêtî û bihêzbûna kurdan di Newroza îsal da, bi taybet li Bakurê kurdistanê.
-Daxweyanî, Nûçe û Dîdarên derheqî konferansa kurdan li Hewlêrê û bangê ji bo aştî û çekberdanê.
-Hilbijartinên Herêmî li Tirkîyayê û Hêza kurdan di van Hilbijartinan da.
-Hilbijartinên herêma kurdistanê û Pirsa Kerkûkê.
Di çarçova van Xalan da, ez dixwazim xîtabî Ronakbîr, demokratîxwaz û Xemxûrên gelê kurd bikim li her ciyê hebin, da ku weke hercar di dîroka dûbarekirîya kurdan da ev derfetên zêrîn û bikêrhatî cardî ji destnehêndayîn, pêwîste her kes bi berpirsiyarî û li gûr hêza xwe tevbigerîre û ji bo bikaranîna van gûherîn û werçerxanan di berjewendîyên bilind yên Gelê kurd li her ciyê hebin bên bikar anîn û sûd jê bê wergirtin.

Ji bo ku, sûd ji van gûherînana bê wergirtin, pêwîste Ronakbîrên kurd bêdeng û bê funksion nemîn, weke temaşevan li van bûyeran mêze nekin, ji ber ku, di dîroka gelan da û di pêvajoyên weha hesas û giring da rolê ronakbîran gelekî pêwîst û cidîye, lê bi mercên ku, hem siyasetmedar hinekî gûh bidin ronakbîran û hem jî Ronakbîr ji hind çarçôvên bisinor kirî derkevin û dengê xwe li gel tevaya Gelê kurd bilind bikin û bêjin, Yekêtî, wekhevî, azadî û demokratî divê armancên sereke yên vê merhelê bin û ev Ronakbîre îro ne sobe, lez bidin xwe û bi nivîs, beşdarîya fizîkî û ramanên xwe yên pêşkeftîxwaz xwe tevlî van bûyeran biken, bi taybet bûyera konfernsa kurdan ya ku, behsa wê dihê kirin..Ez weke şexs vê Konferansê û vê merhelê bi xal û merhela serkeftin û binketinê hesab dikim, merhela jiyandin û rênosansa kurdan û kevneşopî û jihevparçebûna kurdan li qelem didim, merhelek ewqas hesase yan dê kurd bi serkevin û cihekî layîq di civaka mirovayetîya ji bo xwe vebînin, yan jî weke hercarê dê dojmin me li dijîhev bikar bîne û ew sûdbexş û em jî ziyanbexş jê encam bigirin.

Di vê her ji îro Ronakbîr berjewendiyên xwe yên takekesî, partayetî û herêmî danin alekî û berjewendiya giştî li pêşçav bigirin dest bi avakirina Platformek xûrt bikin, bi daxweyanî, nivîs û çalakîyên cûrbecûr rolek aktîv di encamgirtina van bûyeran da bilîzin bi taybet di konferansa kurdan da, ya ku, jê tê behiskirin, ji bo ku, ev konferans bi serkeftî derbas bibe pêwîste ronakbîr di rijd bin li ser van xalên jêrîn û cewherê konferansê di van xalên jêrîn da bihê plankirin:
1-Pêwîste armanca konferansê, aştî, wekhevî, azadî û demokartî be, nek Konferansa Çekberdan û teslîmbûnê be.
2-Pêwîste Konferans berjewendîya hemû kurdan li pêşçav bigre, nek parçek li ser hesaba parça din.
3-Pêwîste Konferans li gûr ajinda dagîrkerên kurdistanê neyê bestin û bi şêwek bê formûle kirin ku, li ser hêzên çekdar yên parçên din bihê ferzkirin û jêre bêjin, yan hûnê Çek berdin, yan jî em we terrorîst îilan dikin.
4-Konferans li gûr daxweyaniyên heta niha yên rêzdar M.Barzanî serokê herêma Kurdistanê û hind nivîs û daxweyaniyên wezîrê roşenbîrî yê Herêma Kurdistanê hêja Felekddîn Kakeyî bigihe encaman, nek li gûr daxweyaniyên hind berpirsên din yên başûrê Kurdistanê ku, di dîdar, gotin û daxweyaniyên wan da hîç rêz û rûmetek ji bo Gelê me li bakûrê Kurdistanê nayê girtin.
5-Pêwîste ji bilî hêzên siyasî yên kurd, kesayetiyên serbixwe û hijmareka berbiçav ya Ronakbîrên kurd yên xwedî helwêst beşdarî Konferansê bibin û bihên bangkirin.

Ji dervey van xalan, dixwazim bêjim ku, niha ji herdemê pêtir pêwîstîya Tirkiyê bi kurdan heye, Tirkîyek Sinî mezheb naxwaze di nav sinorên sê dewletên Şiî mezheb da (Iran, Iraqa niha, û Soriya ku Elewî desthilatdarin)bê dûrpêşkirin, divê kurd şert û mercên xwe bi ser Tirkiyê da ferz bike û Dialoga bi Partîya Karkerên Kurdistanê bi wan bide qebûl kirin.
Herweha xala din ya herî girin ewe dema ku, Tirkîyeke heta niha navê Kurdan qebûl nake, û bi şêweke erênî li Konferansa kurdan mêze dike, pêwîste her kurdek bikeve gûmanê û ciyê şikê be, ji ber ku eger li gûr dilê tirkiyê ev konferans nehat be plankirin, ew qet û qet sazkirina konferansek bi vî awayî baş nabîne.
Dîsan di vê qûnaxê da çawan, Çekberdan giringe, ewqas neberdana çekan jî girnge, berdan girnge ji bo ku, deriyê aştîyê vebibe, bi rêkên siyasî û bi xebata sivîl dest bi pêvajoyek nû bihê kirin, lê berdana çekan wî çaxî dê giring tir be, dema ku:
-Tikiye di destûra bingehîn da, Kurdan, zimanê kurdî û mafên kurd nas dike.
-Pirsgirêka kerkûkê bihê çareserkirin û paşeroja wê zelal dibe.
-Rewşa herêma kurdistana başûr zelal tir û bi ewle tir bibe û destûra îraqê ya nû bihê tesbît kirin.
Eger ev hersê xal zelal nebin, çekberdan ji layê PKK ê ve, dê zirarek mezin hem bide Kurdên başûr û hem bide kurdên bakûr., lê bi bawerîya min Çekdarîya PKK heta niha gehiştîye armanca xwe, pêgirî û rijdbûna li ser berdewamîya tevgera çekdarî dîsan dê zirarê bide, tevgera siyasî ya ku, îro li kurdistana Bakûr bi saya wan çekan encamgirtî û dojmin neçar kirî ku, pêngavan ji bo azadiya kurdan bavêje bingeha xwe tije kirîye, eger tikiya qayil bibe bi dana hind mafên serke û efûyek bê şert û merc, pêwîste PKK jî daxwazên xwe jî ewqas qalin û stûr neke, madem qehermanîya Gel hatîye avakirin, bawerî bi Gel ra çêbûye, û Gel bi xwe bawer bûye, êdî tirsa bindestmayin û perçiqandinê nemaye, serkeftinên vê dawîyê yên gelê me li bakûrê kurdistanê hîç mecal û bihavek ji bo şikestinan nehiştîye!!
Bi hêvîya ku kurd êdî hişyarbûne û nayên xapandin, û bi hêvîya ku siyasetmedarên kurd êdî hew dilê me bi êşînin û gelê xwe tûşî dûberî û parçebûnê nekin em vê nivîsa xwe bi dawî dikîn.

Necîb Balayî

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: