Kurdistan Nîştîmana li ser Kaxetê


21/10/2008

penDi Nivîsa xwe ya derbas bûyî da, ya ku, bi serdêra (Şeremek ji dîrokê), di heman malpera netkurd a delal da, li roja 6.10.08 hatî weşandin, ev hevoka hebu:

(em bûne ew netew ya ku qîma xwe bi welatekê li ser kaxezê û Nîştîmanek li ser nexşê di înin).

Nizîkî 10rojan bi ser weşna vê gûtarê da derbas bûn, li roja 14.10.08 Pîşangeha Frankfurt ya pertûkan hat destpêkirin, di heman roja vekirina pîşangehê da em bi rîya mediyayê serwext bûn ku, gropek Tirkên nifişperês hêrişek hovane birîye ser standa kurdan û nexşa Kurdistanê çirandin e, belê di filimê vîdioyê da, me dît ku, li alekî Tirkên bi kîn û xezeb li hember standa kurdan nexşa Kurdistanê di çirîn in û li alê din berpirsekî payeberz ji berpirsên kurdistana başûr li wir amade bû û bi xemgînî li wan temaşe di kir û bibû şahidê çirandina nexşê Kurdistanê.

Wehaye felsefa jiyanê ji mêjda ye gût bû, dema Tu xwedîyê serwerî, ax û nîştîmana xwe nebî, Tu dê heroj bibî şahidê mirina xwe, va ye ev gûtin rastîyeke li pêhsçavên me û heroj em di bin şahidên vê mirinê, mirina bi rezalet, mirina bêçareyan, mirina razayan, mirina demildest ji bîra her kesî diçe û êdî behsê wê nayê kirin, ji ber ku, heta îro me xwe fêr nekirîye em li ser pîyan bimirîn, li ser piyan bijîn û biryarek li ser piyan bidîn, lewan heroj dibîn şahidên curekê mirinê, mirina kulkturî mirina siyasî, mirina Cografî û mirina bê heybet.

Netewên biryara mirina liser pîyan dayî, bi meşa jîyanê şad bûne, li ser piyan dijîn, li ser piyan di mirin, eger ew neheqîyê jî biken, heq derdiçin, eger şaşiyan jî bikin sahşîyên wan rast dihên tomar kirin, eger ew bêdadî, zûlim û zûrîyê jî bikin weke heqane û dadwer dihên qebûl kirin.

Rûmeta min heta dawîyê ji şehîdên azadîyê heye, ji wan canfîyana yên ku bi armanca nîştîmanek azad û netewek serfiraz bûne qûrbanên mebestek pîroz û armancek bi rûmet, lê mixabin heta îro serkirde û rêberên me li astê van qûrbanîyan nebûn e, Van gûtina dibêjim ji ber ku, neheqîya li pîşangeha frankfurtê me hemîyan li pêşçavên xwe dîtî nimûnek biçûk ya vê rastîyê ye, dema Tirkên Nifişperês nexşa kurdistanê li Frankfûrtê di çirand, di heman demê da şanda dewleta tirk li Bexdayê bû, pilanên curên din yên mirinê ji bo kurdan saz dikirn, hewil didan ku, cardin rêbaza ev pitir ji 600 salane kurdan li ser didin meşandin, cardî berdewam biken û kurdan bi kurdan bidin kuştin:

Li herçar Terefan qeblê kirmanc

Ji bo tîrê xezayê kirîn e armanc

Dema destê dojminan bikeve di derza biratîyê da, ew dikare bi wî destî her tiştî biçirîne, bi wî destî çekê birakûjîyê bide dest me, dikare bi wî destî devê me bigire, dikare bi wî destî peymanên xiyanetkarîyê bi me bide îmza kirin, dikare bi wî destî nexşê welat û nîştîmana me jî biçirîne, zehmeta herî mezin ji bo dojminan ewe ku, destê xwe bixin wê bûşayî û derza keftîye di navbera dû biran da, yan jî di navbera Gel û serkirdayetîyê da, hercçende vê dawîyê ez kêfxweşim ku, êdî kurd gihane sevîyeke weha ku, êdî hevdû nekûjin, lê dîsan jî ez di tirsim, tirs ji serbûrên rojên derbas bûyî, xeyala me weha bû ku, piştî Enfal û Helebçê êdî kurd bi çi awayî hevdû nakûjin û ji bo dagîrkeran nabin dardest, lê ji sala 1992an hetanî sala 1998an cardî em bûn şahidên birakûjîyê, em bûn şahidên mirinek erzan, mirinek kirêt û mirinek di kirasê fihêtîyê da, di tirsim ji ber ku, kurdan ji mêjdaye gûtî: (Margestî ji werîsî di tirs e).

Dema min bûyera çirinadina nexşê kurdistanê li bajarê almanîya frankfurt ê di dî û di bihîst, wî çaxî ez giha bûm beşê dawîyê ya Romana romannivîsê Çek yê binav û bang, (Mîlan Kundêra) romana wî pertûka ken û jibîrkirinê (Das Buch vom Lachen und Vergessen) min di xwand, di beşa dawîyê da, behsê dagîrkerîya bajarê Prag dike, ya ku, li sala 1968an ji layê leşkerê yekêtîya sovyeta berê ve pêkhatî, serokê wî çaxî yê çekosilovakîya (Alexander Dubček) di xwest hind rêform û çaksaziyan pêk bîne, paşî jî hijmarek zûr ji ronakbîrên çek piştevanîya wî dikir, pashî ev bûyer bi Bihara Prag hat naskirin û M.Kundêra yek ji van ronakbîrên çek bo, derheqî neheqî û xiyantkarên çekosilovak yên weke Gustáv Husák ku, ew weke derza keftî nav bera biran da dihêt dîtin û dagîrkeran ew ji bo berjewendîya xwe bi kar anî weha dibêje:

((dagîrkeran Husak neçar kir ku, 145 dîrokzan û zaniyarên saziyên akadêmî ji kar der bike, dihê gûtin, bi gûtinek dizî û nezelal weke ne zelalîya Efsaneyan peykerên Lenîn li ciyê van hemû zana û dîroknasên çek li hemû alên Bohêmia berz û bilind kir bûn, Mîlan Hubel yek ji van zana û dîrokzanan bû, ew li sala 1971an tevî berçavkên xwe yên stûr û qalin, mêhvanê min bû di apatmantekê da li cada Bartulomîcska, me herdûkan bi nêrînek reşbînî û bi hesret li kelha Hradçêv mêze dikir.

Hubel gût:
destpêkirina ji bo jinavbirin û asmîle kirina Gelan, ji standina zakîreyê dest pê dike, Pertûkên wan jê distînin, paşî dîroka wan, paşî jî roşenbîrîya wan jê distînin, dema ev bi cî anî, îcar pertûkên din, roşenbîryek din û paşî jî dîrokek din ya gûhertî ku qet naşibe dîroka wan ya rasteqîne didin wan, paşî hêdî hêdî hewil dide wan ji dîroka wan bi dûr bixe, bi vî awyî ev gelên dagîrkirî weha dibin ku, hemû nirxên xwe yên esîl ji dest bidin, we bi serê wan tê ku, di kirasê jibîrkirnê da bimînin û ziman jê tê stendin, wan dixe di rewşa mirinê da, lê dema bimre jî, bi mirinek ne xwezayî)).

Belê dagîrker me dixe wê rewşê ku, em di zakîreya jibîrikirnê da bijîn, zakîreya libîr nemayî, ji ber van nivîsên Mîlan Kundêra û vî Ronakbîrê Çek dewelta çekî li bîranîna heman dagîrkerîya sala1968an ku roja 21 Tebaxê ye, îsal Tangkek ji tangên ku bi dagîrkerîya Rûsîya ya sala 1968an hatbûn, li navenda Bajarê Prag hişt bû, ev tang heman tanga sala 1968an bû, lê dema îsal ew li serê cada navenda bajêr bi cî kirî, icar ew tang êxsîra gelê çek bû.

Hikumeta nû ya çekî îsal ev tang weke bîranîna tal û nexweş ya netewa xwe li bîr anî û di xwazin bi vê yekê ji ronakbîrên weke M.Kundêr bêjin emê hewil bidîn êdî zakîreya xwe winda nekîn, hevkarîya bi dojmin re, xiyanet û dûberîya navxweyî weke perçek ji dîroka xwe li bîr bînin, da ku, li xerabîyên xwe mêze bikîn û şermekê ji wan rojên tal û bi mirin bikîn, da êdî hew şermê ji nifşên dahatî û paşrôjê bikîn.

Ez jî li kurdistanê demek dirêj bûm şahidê rewşek weha, pirsa min eve:

Kengî ew roj dihê ya ku, Tangên dagîrkerên Tirk ji Kelha Barûxê, ji Firîngeha Bamernê û ji Bêgova û cihên din li başûr welatê me nemînin? Kengî ew roj wê bê em jî weke Gelê Çek bi tenê Tangekê li ciyekî bilind bi cî bihêlin da kû, bibe bîranînek tal û bi hesret, da ku, bibe mînakek zindî ku êdî em venegerin rojên mirina erzan û zakîreya jibîr kirî?!

Ezê kurt bersiva xwe bidim û bêjim, çî demê me hevkarîya bi dojmin, xiyanet, û bikaranîna gel ji bo berjewendîyên xwe yên take kesî, Hizbî, herêmî û perçeyî weke karek rûreş û bi şerim li qelem da, eger dojminên me bigehin wê bawerê ku, kurd ji bo tinekirina birayê xwe yê kurd, ji bo lawaz kirina wî, ji bo nehiştin û ji hûlê rakirina wî destê xwe yê harîkarîyê êdî dirêj wî nake, iha wî çaxî, ew dojmin nikare ne destê xwe dirêjî nexşa me bike, ne dikare pê xwe dane ser axa me û ne dikare bi rûmeta me bilîzin, ne jî Tangên wan yên dagîrkerîyê di cergê welat û axa me da dikarin zincîrên xwe bi livînîn, iha wî çaxî em dikarîn bi tenê Tangekê weke mînak û weke zakîrek ku qet jibîr nekîn li navend û Muzexanên xwe danîn!!

Lê bila qet nehê jibîrkirin ku, Siyaseta sivik û erzan ya siyasetmedaran dibe barê herî giran yê ser milên Gel û Netewan!!

Necîb Balayî

Prag

nbalay80@hotmail.com

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: