Mîlan Kundêra


14/11/2008
Mîlan Kundêra û sivikîya belgenamek nayê hilgirtin 

Li Roja 13 Oktobera derbaz bûyî di media Komara Çek da, nûçek derheqî Mîlan Kundera, nivîskarê navnetewî yê pir tê naskirin hate weşandin, her kes li hember vê nûçê hêbetgirtî û matmayî ma, vê nûçê cîhana edebîyata hemû ewropayê têk hijand.

Di Kovara Respekt da raporek li ser navê dîroknasê xûrt Adam Hradilek û bi harîkarîya Petr Trancnak bi serdêra ((Xiyanetek ku, nayê hilgirtin)) li ser şêwazê navê romana Milan Kundêra bi xwe, ya ku bi navnîşana ((Sivîkîya hebûnek nayê hilgirtin – Die unerträgliche Leichtigkeit des Seins)) bi gelek zimanên cîhanî hatîye çap kirin.

Rapora ku, di kovara Respekt hatîye weşandin, nivîseke li ser bingehê dîtina dokumêntek nepenî di arşîvê polîsê nihênî yê Çek StB da, hatîye dîtin, ev dokomênt li serdema komara çekosilovakîya dide xweya kirin ku, M.Kundera li roja 14 adara sala 1950an dema ew xûrtekî 21 salî bû, bi dilxwazî hatîye cem polîsî û li ser kesekî bi navê(Miroslav Dvoráçek) mûxbirî daye û ew wekî ajanê rojava li dij berjewendîyên komara çekosilovakîya ya ku li sala 1948an hatî damezrandin hatîye nîşandan li gûr belgenama navbirî, ev kes ango Miroslav Dvoráçek li ser bingehê îtîrafa M.Kundêra ji layê polîsên taybet StB ve ji salan 1950 – 1963an di zîndanên komonîstan da hatîye darizandin û Miroslav Dvoráçek bi şêweke mûîicîzeyî ji hukmê lisêdaredanê rizgar bûye û ew bûye qurbana vê îtirafa ku M.Kundêra li ser wî dayî.

Di rapora Respekt da herweha di malpera Instîtûta Lêkolînên Totalîtarizimê (Ustr) hatîye ku; li roja 14 adara sala 1950an ji bo cara dawîyê rîya dû xûrtan ji hev qût dibe, Miroslav Dvoráçek diçe zîndanê û jiyanek nehamet û pirî derdeserî di zîndan û kempên komonîstan da derbas dike û di zûrxaneyên uraniumê da dihê şûxlandin, lê xûtê din ku, Mîlan Kundêra ye, stêrka wî ya edebî di asmanê komonîstanê da geş dibe, dibe nivîskarê herî meşhûr yê drama yê.

Helbet roja ev nûçe di kovara Respekt da hatî weşandin wê rojê pîşangeha navnetewî ya pertûkan li bajarê Frankfurt a Almanî hat bû destpêkirin, di heman rojê da çawan hind tirkên bêbext çirrên ji nexşeya Kurdistanê anî bûn, di heman rojê da dengê şewat û çirandinê ji cergê romannivîsê sedsalê yê herî binavûbang M.kundêra hat!!!

Belgenameya lawaz û argumêntên bêhêz

Nivîskarên  raporê weha didin nîşandan ku, xweya ye Mîlan Kundêra ji ber van îtîraf û şikestên xwe, ji sala 1975an çûye Frensa û pişta xwe daye nîştîman û Gelê xwe yê Çek, herweha di raoprê da hatîye ku, M.Kundera eve pitir ji 25 salan e, xwe li medîya û dîdarên rojnamevanî û dîdarên şexsî yên Çek winda kirî û naxwaze kesek ne dîdaran li gel wî bike, ne jî wî bibîne.

Herweha di Belgenama ku hatîye dîtin da, bi şêwek zelal û eşkera M.Kundêra wekî îtîrafçî ne hatîye eşkera kirin, ji layek din ve xûrtê ku li sala 1950 hatî girtin ku, Jaroslav Dvoráçek e, gûman û şika wî li dezgirtîya hevalekî wî bû, heta berî eşkera bûna vê belgenamê,  Miroslav Dvoráçek dida zanîn ku qîza bi navê((Iva Militika)) weke bergûman a girtina wî ye, wî şûbhe û gûmana bi tenê li ser vê xanimê hebûn.

Dîsan behane û argumênta din ya ku, di rapora Respekt da hatî ewe ku, di heman demê da Milan Kundera û hind hevalên wî ji layê rijêmê ve hat bûn girtin, hevalên wî bi cezayê giran hatin darizandin û M.kundêra bi tenê ji partîya Komûnîst hat bidûr xistin.

Gutinên Václav Havel derheqî nûçeya Respekt da

Václav Havel Serokê herî dawî yê Komara Çekosilovakîya û yekemîn serokê Komara Çek derheqî rapor û nûçeya li ser Mîlan Kundêra di hejmara roja 24 Oktobera 2008an ya Kovara Respekt û malpera wê da di bêje:

Egere çi îxbarîya M.Kundêra li ser Casûsekî rast be jî, her çende ez bi gûman im ku Kundêra Karek weha kir be, lê dîsan jî  pêwîste mirov li gûr bawerî û bîrûramanên wî çaxî tevbigere û bi fikre, paşî tiştên weha bêje yan jî biryaran bide, wî çaxî Komonîzim hebû, em hemû di wê bawerê dabûn ku, ew bû ya ji her tiştî baştir ji bo cîhanê, dibe ku, ew weha fikirî be, telîyeke ji wî ra haî tye vedan da ku, xûdê neke ew yan jî hevalekî wî yê din bibe qûrbana vê bûyerê.

Havel li ser gûtina xwe berdewam dibe û ji nivîskar û dîroknasên xûrt yên çek ra eşkere dike û îşaretê dide nivîskarên kovara Rêspekt ji wan ra dibêje:

Gelî xûrtan …dîrokzanan, pêwîste we hay ji xwe hebe û hûn gelek bi nazikî nizîkî pirsgirêkên weha yên di merhela dîrokek hesas da qewmîn bibin, eger na çawan komonîzmê ziyan û zirar da we û me hemûyan, weha dê ev pirsgirêk û arêşên weke vê jî zirarê bidin we, Tu jî ey Kundêra ji bêdengîya xwe derkeve û bûyerek weha bide zelal kirin, weke hûn jî dizanîn tiştê herî xerab û ziyanbexş ji bo Gel şêwazên van raporên rojnamevanî ne[1].

Helwêsta M.Kundêra

Romannivîsê sedsalê Mîlan Kundera û hevalên wî yên ku, gelek ji wana xelata Nobul ê ya edebîyatê wergirtin e, li hember nûçek weha şûk û matmayî man, piştî 25 salên bêdengîyê û dûr ji medîyayê M.Kundêra hat ziman û da xweya kirin ku, ev nûçe ji serî ta binî derew e û ev belge jî sextekarîyeke li dij kesayetîya min û daxwaz ji nivîskarên raporê û Kovara Respek kir ku, daxwaza lêbûrînê ji wî bixwazin û vê daxwaznama lêbûrînê li ser laperê pêşîyê yê kovarê bidin weşandin, herweha berpirsê ajansa Delia ya M.Kundêra li komara Çek temsîl dike namek ji kovara Respekt ra şand, têda daxwaza lêbûrînê ji bo M.Kundera ji wan kir, rêvaberê ajansê dîsan da xweya kirin eger ew di heman kovara xwe da daxwaza lêbûrînê ji M.Kundera nexwazin ewê li dadgehê gilî bikin û nivîskarên raporê û berpirsên kovarê, herweha berpirsên Instîtûta lêkolînên Totalîtarizimê bidin dadgehê, lê di heman rojê da rêveberîya kovara rêspekt bersivê dide û vê daxwaza M.Kundêra red dike û na pejirîne, derheqî heman daxwaza lêbûrînê, rojnama Amrîkî ya berbilav Herald Tribune di hejmara xweya li roja 30 Oktober.2008 da, di nivîse, kovara Respek daxwza lêbûrînê ji bo M.kundêra red dike[2].

Dîsan Milan Kundêra tevî weşanxana Gallimard[3], ya Frensî  daxweyaniyek da raya giştî û dan xweya kirin ku, ew bi vê belgenama sexte ku, derewek eşkeraye nikarin nivîskarê herî bihêz navûbangîya wî lawaz bikin.

Dîsan weke di Rojnama The New York Times ê da hatî M.Kundêra ji bo ajansa Çekî CTK derheqî vê pirsê axiftîye û gûtîye “Zakîreya min derewan li min nake, hîç wextekî min ji bo polîsê nihênî kar nekirîye[4]

Piştevaniya Nivîskarên Cîhanî ji bo M.Kundêra

Piştî belavbûna vê nûçê li Komara Çek bi taybetî û li Ewropa bi giştî, gelek spêkolasion û bîrûramanên cûda derketin holê, li pêşîyê weke me dabû xweyakirin ku, Mîlan Kundêra bi riya ajansa Delia dabû xweya kirin ku, hîç bingehek rastî ji bo weşana vê belgenamê nîne û ew hîç kesekî bi navê (Miroslav Dvoraçek) nas nake û ew di jiyana xwe da tesadûfî kesekî bi vî navî ne bûye, lê dîrokzan û pisoprên belgenameyan didin xweya kirin ku, belê şik û gûman di belgenamê da nînin, ew belgenamek raste û di arşîvê Polîsên Çek da hatîye dîtin, ji layek din ve, gropa nivîskarên navnetewî yên di astê herî bilind da, daxweyanîyek nivîskî li ser vê pirsê da raya giştî ya cîhanî, di nav van nivîskaran da 4 kes ji wana xwedîyên xelkata Nobil ê ya wêjeyî ne ji wana (Nivîskar û Novelistê Kolombî Gabriel García Márquez, nivîskar û dîplomatê Meksîkî Carlos Fuentes, romannivîsê Tirk Orhan Pamuk, Nivîskarê ji regez Hindî Selman Rûşdî, Novêlîstê Amrîkî Philip Milton Roth û hijmarek din ya nivîskarên naskirî imza xwe havêt binê vê daxweyanîya piştevanîyê ji bu berevanî kirin ji Milan Kundêra, wan di vê daxweyanîyê da dabûn eşkera kirin ku, kampanîyek reşkirinê li dij hevalê wan M.Kundêra daye dest pêkirin û ew vê yekê red dikin, van koma nivîskarên naskirî dan zanîn ku, M.Kundêra bi helwêsta xwe, edebîyata xwe û felsefa xwe ya kûr ya romannîvêsînê ji pirsên weha dûre û ev nûçeyên weha di çarçeva reşkirinê dane û wan bawerî bi van belgeyên sexte û bê bingeh nîne.

Media Almanî û Pirsgirêka M.Kundêra

Der Tagesspiegel roja 05.11.2008.

Li ser zarê Gregor Dozauer di nivîse, pêwîste mirov ji dû layan ve, hem daxweyanîya gropa pishtevanîyê ya nivîskaran, hem jî belgenameya hatî dîtin şirove bike, ya yekan, dibe ku kesên daxweyanîya piştevanîyê dan M.Kundera derheqî wê belgenamê bi şek û gûman bin, eger belge bi rastî cihê gûmanê be, ev jî mafekî wan e, ya dûyan jî rastîya babetîye, lê nivîskarên piştevanî dane M.Kundera ew lêkolîn li ser vê belgenamê ne kirin e ango rastîya babtî dernexstîye holê da ku, bizanin aya ev belgename raste yan sexteye? demek pirsek li vir heye rastîya mijarê ye, Gregor Dozauer dixwaze bi vê gûtina xwe bêje eger nivîskarên piştevanî dane M.Kundera lekolîna zanstî li ser belgenamê kir be, wan maf heye berevanîya ji Kundêra bikin, eger na, wan ew maf nîne rapora hatî weşandin bi kampanîya reşkirinê bi nav bikin, ji ber ku, kesên lêkolîn li ser vê mijarê kirin e, ew pisporên pirsên dîrokî û belgenamane.

Radio Deutsçland 05.11.2008

 

Di dîdareka radio ya Deutschland da, Jiri Gruşa, siyasetmedarê ji esil Çek û serokê PEN a navnetewî derheqî vê belgenamê û pirsa M.Kundêra dibêje, eger Milan Kundêra bêje min tiştekî weha ne kirîye ezê ji wî bi bawer bim, lê ez li vir behsê kampamîya reşkirinê nakem, ez  ne li wê bawerê me ku, weşnadina belgenama li ser Milan Kundêra kampanîyek reş kirinê ye û ew bi zanebûn van cûre belgeyan di weşînin, ji ber ku, bi kêmanî Milan Kundêra 10 salan di xizmeta Komûnizimê da bû.

Gruşa di vê dîdara xwe ya radioyê da dixwaze bêje, ji ber ku Milan Kundêra di demek diyar kirî da, endamekî  aktiv yê komûnîst bû, eger rast be jî, wî îfade li ajanekî rojavayî dabe, ew dikeve çarçeva erkekî wî yê partayetî û nîştîmanî, yanî ew mafdar bû li gûr şert û mercên wî çaxî.

Frankfurter Allgemeine Zeitung 13.10.2008
Di heman roja ev belgename di kovara Respekt ya Çekî da hatî weşandin, raporek ji layê Karl-Peter Schwarz di Rojnama Frankfurter Allgemeine da hate weşandin, ew jî bi hûrgilî behsê vê bûyerê dike û di nivîse ku dîroknasê Çek yê xûrt Adam Hradilek, vê belgenama nepenî deşifre dike û di Respêk ta di weşîne, lê rojname weke nûçe dide weşandin, nek wek şirove yan jî spêkolasion.

Die Welt 17.10.2008

Rojnama Die Welt derheqî vê pirsê tiştek nû behis kir, Die Welt di nivîse, li gûr rapora Hans-Jörg Schmidt, ya ku, di welt da hatî weşandin dide xweya kirin ku, Pisporê dîroka edebiyata Çekî (Zêdnek Peşat) weke şahid dide xweya kirin ku, kesê mûxbirî li Dvoraçek kirî ne M.Kundêra bû, belkî ew Miroslav Dlask, ev şahidîya Peşat ji bal gelek kesayetiyên Çek û xoşevîyên edebîyta M.Kundêra dihê bawer kirin, rastîya meselê dide eşkera kirin.

Herweha Rojname li gûr vê raporê dide eşkera kirin ku, Peşta weke şahid û layengirên M.Kundêra dê kovara Respekt û Instîtûta Lêkolînên Totalîtarizmê Ustr bidin dadgehê, ji ber ku wan bi metodên pîs û reşkirinê behsê Nivîskarê jêhatî M.Kundêra kirîye.

Kovara SALON ya Slovakî 14.10.2008

Kovara Salon ya ku, bi zimanê Slovakî dihê wehsandin bi wergera Inglizî vê raporê bi dirêjî di weşîne û hemû şirove û spêkolasionên dîroknasê Çek Adam Hradilek, dide weşandin.

The New York Times October 14.2008.

Wek me gût ev nûçe li hemû alîyên cîhanê belav bû, rojnama amrîkî The New York Times di nivîse, dema xanim Iva Militika wek dezgirtîya hevalek Dvoraçek bû, Dvoraçek ji xizmeta leşkerî ya serdema kommûnîstîyê revîya bû, Dvoraçek emanetek danî bû cem Militika, xanim Militika ev yek ji Kundêra vegêra bû ku, çantek Dvoraçek wek emanet li cem wê ye, ew bi şêwek îlîgal çûye almanîya û ewê vegere, polis bi vê yekê dizane, dema kû Dvoraçek ji almanîya vedigere wî tevî belgenamên sexte digirin, ji ber vê yekê gûmana Dvoraçek diçe ser Iva Militîka û heta berîya derçûna belgenama navbirî, ev jin ango Iva Militîka weke kesa tawanbar li hember girtina Dvoraçek dihat dîtin.

Em dikarin bêjin ku, deheqî vê pirsê piranîya media cîhanî nûçe û analîzên taybet weşandin, hevîrê derketina hole ya vê belgenamê li ser M.Kundêra hêjî avê vedixwe û berdewam ra û bûçûnên cûda peyda dibin, ya herî dawî dîtina Jiří Pehe Şêwirmendê Serokê berê yê Komara çek Vaclav Havel, ew dibêje piranîya kesên di wî çaxî da li zanîngehê di xwendin û li beşê navxweyî yê Internata xwendkaran bûn, weha didin xweya kirin kû di nav wan da kesekî îstîxbarata ser bi rijêmê ve hebû, wî her tişt di gihande polîsê taybet, ji bo ku ew çi carekê nehê deşifre kirin û eşkera ne be navê M.Kundêra di îfada xwe da li ser Dvoraçek bi kar anîye, lê vê yekê şahid û belgeyên hêjî bihêztir pêwîst in da ku ev gûmanberîye ji ser M.Kundêra bê hilandin.

Bûçî ev Nivîse

Ev demek dirêje ez xerîkî nivîsandina pertûkekê me li ser dîroka edebîyta Çekî û danasîna hind Kesayetiyên naskirî di cîhana edebîyta Çekî da, bi taybet kesên weke Helbestvan Jaroslav Seifert xwedîyê xelata Nobel ya Helbestê, Nivîskar û Siyasetmedar Vaclav Havel, romannivîsê sedsalê Milan Kundêra, Helbestavan Jan Nerûda, Franz Kafka, Ivan Kilîma, Jaroslav Haşek, Hrabel û gelekên din.

Xala din ya ku, ez gelek pê daxbar bûyim, xwendina dirêj ya Berhemên M.Kundêra bû, ev pitri ji 5 mehane ez xerîkê xwendina Berhemên M.Kundêra me, hema nizîke hemî berhemên wî yên weke Romanên ((Kenî û jibîrkirin, Perde, Sivikîya hebûnek nayê hilgritin, Nasname, Nezanîn, Jiyan ewe ya li cihek din, henekên biken…htd) herweha Lêkolîn û pertûkên wî yên li ser Hunerê Romanê û bîranînên wî, min xwendin û hêjî di xwînim.

Icar ez jî weke gelek hezkirîyên Milan Kundêra matmayî mam, dema kû min ev nûçe bihîstî, dîsan mebestek din ji vê nivîsê agihdarîyeke ji bo xwendevanên kurd daku derheqî vî Nivîskarê navnetewî serwext bibin û hay jê hebin.

Ez weke yek ji hezkirîyên berhemên Milan Kundêra vê belgenamê gelek girin nabînim, ji ber ku felsefe, Hûner, pexşan û stylê nivîsên Kundêra ji belegenamek weha sivik gelek gelek girantir û bihêztir e.

Her ji egera girnaniya berhemên M.Kundêra û sivikîya vê belgenamê, min navê gûtara xwe M.Kundêra û sivikîya belgenamek nayê hilgirtin nivîsand.

N.Balayî

nbalay80@hotmail.com


 


 

 

[1] -Respekt magazine, 24 oktober, 2008. Vaclav Havel

[2] -Herlad tribune, 31 October, bi sernivîsa, ((Czech magazine refuses to apologize to Kundera))

[3] – Weshnxana Gallimar, weshnxana berpirse ji hemû nivîs û pertûkên M.Kundêra, dema ku bu cara yekê ew dibe penaber li frensa li sala1975an, ev weshanxane, der`iz`e xwe ji bo M.Kundera ve dike û  li wî xwedî derdikeve,

[4] -The New York Times, October 14.2008.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: