Kurdistan…Helbesta li Koçberîyê

Kurdistan…Helbesta li Koçberîyê
16/6/2008

Îro em jî di wê rewşê dane ku, Kurdistanê bi helbestek li koçberîyê bi nav bikîn, weke çawan romannivîsê çek yê binavubang li cîhanê Mîlan Kundêra (Prag helbesta li koçberîyê) bi navkir, piştî ku, di salên heftîyan da ji prag bajarê evîn u bedewîyê, bajarê helbest u dîrokê bajarê mercan u krîstalî koçber buyî, ji wî bajarî koçber bu yê ku kesekî weke wî qîmeta vî bajarî ne dizanî ji bilî kafkayê ew di romanên xwe da hembez kir bu u di gut: prag min bi tenê nehêle, ev pîrhevîye xwedî pencên bi êşe!!

Kundêra xatir ji wî bajarî xwest, yê ku, kesekî weke wî bedewîya wî salox nedabu ji bilî helbestvan Vit`esilav Nezval yê ku bandora xwe gelek li ser helbestvanê Firansî Andr`e Breton u Paul Eluar hişt bu u bi helebestên xwe yên Surrealî, prag weke paytexta ewropa efsaneyî binav kir bu.

Mîlan Kundêra ji neçarî, ji êş u derdên nebuna aştîyê, Demokratî u wekhevîyê bajarê xwe prag u welatê xwe Bohêmia avête di çanta xwe ya sefera bêveger da u qesta parîsê kir, li koçberîyê derheqî zolm u zurîya rijêmên dagîrker dest da qelemê xwe yê koçber u ji axa welatek havîbuyî, behsê dagîrkerîya 1968an dikir, wî di romana xwe ya dengdayî (Nezanîn) da, behsê helweşana rijêma Totalîtarî ya kumonîzmê kir dema ku, li sala 1989an, ev rîjême bi serhildan u nerazîbunên Gel bi dawî bibu, M.Kundêra di nivîsên xwe da hesreta welat, bêrîkirin u êş u kovanên bindestîyê di îne ziman u peywendîyên civakî yên ne normal behis dike, pirsên kesayetîyên koçber u yên li welat mayî behis dike, di vê romanê da dide zelal kirin ku alavên têklîyê yên di navbera kesên koçber u ne koçber da hilweşiyane u hemî nirxên serdema koçberî u serdema vegerê hatine guhartin, ne yê koçber kesê li welat mayî fam dike, ne jî yê li welat mayî kesê koçber qebul dike, (Êrîna… qaremanek koçbere di Romanê da u Gostav qaremanê ne koçbere, ew heval u nasên hevdu yên bajarê prag bun, lê piştî 20salên koçberîye praga van herdu kesan ne yek prag e, praga Êrînayê di serê wê da her ew bajarê ciwan u nazik u bêtawane, yê ku di kêlika dawîyê da xatira xwe jê xwastî, lê Praga gostav bajarê sermayedarî u şerîkatên biyanî ye, li ciyê zimanê dayîkê ku, zimanê Çekî ye, buye zimanê Inglîzî, zimanê bazirganî u berjewendîyan…ji romana Nezanîn/Milan Kundera)…di vê kêlikê da, Kundêra bi dengê qelemek zîz u xemgîn wê efsanê dişkêne u wê hawkêşê serubin dike, ya ku dibêje: (her kevrek li cihê xwe yê bi qedre u qîmete) li sala 1984an M.Kundêra dibe hemwelatîyê Frensî, dema tê ser axa Bohêmia u silav dike Prag bajarê wî yê Xurtanîyê, ew weke mêhvanek xeyduk, bi şermindeyî u bi dengekî zîz dibêje:

Parag Tu çawanî?

va ye Kundêra, ji ber desthilatdarên kumonîst ji bajarê xwe, welatê xwe u paytexta xwe koçber bu, li Parîsê buye hemwelatîyê Frensî u prag ji bo wî buye helbestek li koçberîyê.

Li Tebaxa sala 1994an 100% ji egera şerê birakujîyê me jî destê xatirxwazîyê li bajarê xwe yê nazik u bedew, Dohuka delal hejand bu, bê dilxwazî me gut bu, kurdistan, dayîkê, babo, kesukarino, Duhok bixatira we u me xudahafizî li wan kir bu..

– ew dest bişkê yê ku bê sebeb bilind dibe u dibejê axa pîroz bixatira te.

– ew dest bişkê yê li welat dest ji tomarkirina derd u azaran berdide u li koçberîyê dikeve ser stuyê jinên purzer.

– ew dest bişkê yê ku, keftîye serdarê tivenga birakujîyê.

– erê ew dest di heft cihan ra bişkê yê ku, sexmeratî wereqên kesk qelemê rastîyê avêtî u pişta xwe daye gel u berê xwe daye kursîyê.

– ew dest bişikê yê ku, dirêj nebîte govanda vegera welat.

Me.. gelek caran gut, lê çi caran me nekir, me gelek caran soz dan u sozên me weke hercarê bun gurbana bêsozîyê, me gelek kar kirin paşî puşman buyîn, me qîmeta demê nezanî paşî em puşman buyîn, me hevdu kuşt em puşman buyîn, me îxanet kir em puşman buyîn, me berê xwe da dojminan u pişta xwe da birayên xwe, em puşman buyîn, me astê kerb u kînan li hermber hev gelek bilind kir, em puşman buyîn, di dema xweda me birîn tîmar nekir, em puşman buyîn, me gelek caran xwe xapand bu, ne hêza xwe ne ya dojminên xwe me ne dizanî, em puşman buyîn, ji bo ku em di cergê welatê xwe da ne buyîn helbest, me welatê xwe li koçberîyê kirîye helbestek em di puşmanîn…Ax welatê puşmanan..axxx puşmanistan.

– Ma tu dibêjî ew welatê buye helbest li koçberîyê cardî dê dilê xwe yê temet cîhanê li me veket u bixêrhatinê li me biket?!

– Ma tu dibêjî, yên koçber u yên ne koçber, dê bi pêkenuk u henekên hevdu kenin?

– Ma tu dibêjî, dê saxên koçber ji bo miriyên ne koçberan girîn?

– Ma tu dibêjî zarokên koçber dê xwe havêjin hermbêza dapîrên ne koçber?!

– Ma tu dibêjî, nivîskarên koçber, dê zimanê yên ne koçber fam ken?

– Ma tu dibêjî, şêwekarên koçber, dê rengên Roja welat, di tabloyên xwe da bikar înin?
– Ma tu dibêjî, ew zarokê koçber yê morîka şîn li gel şemayê bi navçavan ve bestî da kesek çavîn neke, li koçberîyê dê awazên (Helala Berçî) jibîrketin dema lay lay u lorîk jêra di gutin?

– Ma tu dibêjî, stranbêjên koçber, dê Dêran, Lawîkê Metînî, Deravê kejokê, Şekir axa u şamîranê bi awazên çiyayî cardin ahemgan lidarbixin?
Erê welatê helebçê, welatê Enfalan, welatê Gelîyê Zîlan, welatê çiwarçiran u bohara qamîşlo, tu jî buyî helbestek li koçberîyê u buyî paşezîn li ser pişta …Hespê kawîs Axa..u kemera li pişta evindara u dotmama Genc Xelîl u bazinên di destê wê da

Genc xelîlê min li welatê xerîbîyê, gelekî nexweşe, gelekî bê hale

Wezê rabim nivînan rayêxim, balîfan ket kete bidem pale

Kemera li pişta xwe bişkênim ji bo hespê wî bikem nale

Bazinên xwe bişkênim bikem hurde bizmare

Kezîyên xwe bibrim, bikem ser reşmar kezî, bikem tuq u serhefsare

…..

da kes lumey kurmamê min neke,

da ne bêjin siwarekî kurde, çendî bê karubare!!!

Axx puşmanistan, em bi meşa hespan u bi çargavên hespên komêd ji te koçber buyîn, ji te bidur ketîn, ji te revîyan u me xatir ji te xwast, lê ji bo vegerê bi meşa kusîyan (Kuselan), me daye rê u qesta te dikîn, ez bawrim ne em bi şewqa berê ber bi teve dihêyîn, ne tu bi germatîya berê dê pêşwazîya me bikî, ez baş dizanim çîroka me herduyan buye Helbesteka Jarosilav Seifert, Helbestvanê Çek, kurê pragê, dema li taxê Jîjjkova bi çequyek biçuk li ser basik u qurmên dar spîndarên bejin zirav bîranînên evîndarî u rojanên xwe li ser di nivêsîn, lê piştî demek dirêj u vegera wan şunwaran, awirek dan li wan nivîs u nexşan, dibîne ku, ew bixwe kal buye u ew darspîndar jî kevnare bune, ne bîranîn nejî dilkên evîndarîyê yên ku nexişinad bun terr u nazik man e, hemu bi hevre kal bune u derz u tîkên bi êş di wan de çêbune..erê heman serbur, heman tecruba Jarosilav Seifert li me dubare dibe, ezê bi çi dil vegerim, Çemên deştana, Kanî Zincbarkê, Girê Hedî u Kanî heskê, ezê bi çi çav li wan bîranînan u nexşên dilan mêzekem, yên ku di sinêlîya(qeyrebun) xwe da, bi wê çequyê , nexişand bun, ya ku min ji dukana Abdulayê dehlî bi 20 cutên mazîyan kirî bu!!

Ma emê çawan van nexşan ji agirê Enfalan car din rizgar bikîn u cardin wan vegerînin jiyanê, ma emê bi çi hêz wê kevnarîyê nujen bikin? ma emê bi çi biha ji deyndarîya wan çaxan u wan der u cihan, wan şunwaran qurtal bibin?

Ax kurdistan, ax puşmanistan, ax ey ew Welatê mezin yê buy helbestek li koçberîyê!!!

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: