Wesiyetname

 


3/12/2008
Eger ez mirim li ser kêlîyên gorra min weha binvîsin: 

((Ev kes, ji wî milletîye yê ku, hezar caran ketî û şikestin xwarî, cardî rabûye serlingan, lê yek car bi tenê jî, ji xwe ne pirsî kanê buçî ewqas di keve? Bi çi awayî cardî radibe!?))

Kurd: Ew kese yê ku, dîroka wî dirêj..dirêj bi dirêjiya hezaran slalan dirêj, lê ewqas kurt..kurt, eger bixwazî tomar bikî bi tenê rûpelek bese, ji ber ku, her tim xwe dûbare kirîye.

Kurd: Ew kese yê ku, sûnd xwarî feydey ji serbûr û tecrûban wernegir e.

Kurd: Ew kese yê ku, hersê telaqên xwe avêtîn ku, dest ji kevneşopîyên xwe yên cergbir, yên weke xwîndarî, tûlvekirin, eşîrgerî, malbatperêsî û jinrevandinê bernede.

Kurd: Ew kese yê ku, çavên xwe li werçerxan û gûherînan digire û demokartîxwaze ji bo welatê ew lê bindest, diktatorîxwaze ji bo xwe û civaka xwe.

Kurd: Ew kese yê ku, ji bo birakûjîyê hertim tiliya wî li ser lewlebê tivengê û ji bo dagîrekaran tivenga xwe bi singê dîwarî ve hilawîstî û rehet paldayî

Kurd: Ew kese yê ku, her soc û şikesteka xwe dixe stoyê (Jin)ê, çi dayîk, xûşk yan jî keça wî be.

Kurd: Ew kese yê ku, weke mirîşka bajêle, danê malê dixwe û hêka xwe berdide kolkê cîranan.

Kurd: weke pêlên ewrên stewir in, bi tenê ji bo brosk û agirberdanê nizîkî hev dibin û dibin yek, nek ji bo baran barandinê.

Pêşînanên kurdan bi xwe gotî ye, kurd weke çêleka zere, didûşe..şîrî dide, paşî lingê xwe lê dixe û bi erdê da, di rijîne.

Romannivîsê Polon(Poland)î, Gombroviča dema li sala 1939an ji welatê xwe koçberî Argentîna bûyî, tiştê di gel xweda rizgar kirî, weke nasnameya hûnerî û wêjeyî bi tenê pirtûkek romana xwe bi xwe ra bir, dema ji welat û netewa xwe bidûr ketî wî sê biryarên giring girtin: yek ji wan biryaran, wî sozda ku, ew refza hemî tradision û kevneşopîyên Civaka polonî bike, hiç carekê di nivîsên xwe da behis neke, ji ber ku, li gûr bawerîya Gombrovič, bi vê refzê dikare pitir xizmetê pêşkeşî gelê xwe bike…bi navtêdan, pesindan, mizdan û nefixandinê tiştek nagûhere..em kurd jî îcar bûne ew millet yê ku rabûrîyê xwe kirîye xûdawend û wî di perêse, lê dema birçî(birsî) dibe îcar radibe wî di xwe..ya rast gelek caran mirov digihe wê bawerê ku, pêwîste em kurd jî êdî vê kevneşopîya xwe bi dawî bînîn….em dûhperês, îrokûj û sobewindakerîn.

Dema li sala 1994an ji egera şerê birakûjîyê min biryar dayî ku, ji welatê xwe ango welatê wan, koçber bibim, sermaye, nasname, passport û her tiştê min heyî, komeleka helbestan bû, (ev komela helbestan paşî li ewropa ji layê weşanxana rewşen bi navê..Min şev nasdikirn berî reş bibin hat çapkirin,.. li ser bergê dawîyê ev nivîs heye:

Roja ku, ez koçber bûm û destê silava dawîyê li welatê xwe bilind kirî, min biryar da ku para xwe ji vê Nîştîmana pîroz ku, misteka(lepek) axê ye, di gel xweda birevîn û bikim di çantka xwe ya sefera bê veger da, daku heroj solên hespên dakirîkeran nekevin ser vê axa pîroz, neyê dizîn û bi erzanî neyê firotin, lê ji ber ku, passeporta wê bi min ra nebû, li frîngehan weke bazirganê efyonê hatim tawanbar kirin, bûm mêhvanê zîndanên koçberîyê, di pencerên teng re mêze dikim, Bazirganên Cengê li welatê min zarokan birçî dihêlin û Bankên rojavayî miştî dolar dikin…û li vir, li welatên rojava desthilatdarên wan, kevokan xwedî dikin û li welatê min zarokan bi jehrê dikûjin…Lewma di zîndana mirovatiyê da winda bûm e..û li min neger in!!

Berî çendekê hevalekî me yê Ereb, dostê kurdan, wî heya niha dû – sê pirtûk li ser kurdan nivîsandine û niha jî pirtûkek giring li ser pirsa bajarê kerkûkê di dest daye, ji zimanê Inglîzî werdigerîne zimanê Erebî, ji min ra got..kek Necîb, piştî fikrînek dirêj ez gehiştim wê bawerê ku, berpirên siyaseta kurdan, ji Siyasetmedarî û berpirsên Gelê bindest pirtir ew di şibin Emîrên Cengan(Warlords), wan qet feyde ji serbûr û tecrûbên xwe yên dîrokek dirêj û tal ne dîtîye!!

Ma Tu kurdekî rastîbêj bî û te weke nivîskarê Polonî Gombrovîç biryar dabe ku, êdî hew salûxdana bê wate, medih û senayên bê bingeh û kevneşopîya paşda mayî, di nivîs û sohbetên xwe da, hew binvîsî, ma dê çawan bersiva kesekî wek vî nivîsakrê Ereb û dostê kurdan bidî?!

Helbet tu dê, bê bersiv bimînî, ji ber ku raste, em bixwazîn nexwazîn desthilatdarên me bûne Emîrên Cengan, Tu hiç berpirsekî nabînî eger bazirgan nebe, tu berpireskî nabînî eger xwedî şerîket û qesir û qisûr nebe…Ev 17 sal derbas bûn bi tenê dû-sê hefte mane ku, jiyê desthilat û îdara kurdistana başûr bigehe jiyê 18 salîyê, di jiyê 18 salîyê da êdî kesek ji zagon û hûkmê Dadwerîyê qûrtal nabe, her bêqanûnîyek ê encam bide divê bihê sizadan..gelo ma ew roj nehat ya ku, yên xwe bi nivîskar di hesbinîn û ronakbîrên gel di bînin, vê desthilata jiyê wê gehştî 18 salîyê ber qerar bikin û wan bidin dadgehê, wan di dageha mirovatiyê da tawanbar bikin!! Mebest ne dadgeha kilassîk ya yasaya heyî ye.. na, mebest dageha wijdan û zemîrê nivîskarîyê ye, yasaya zat û naxê mirovhezîyê ye, rastî gotin û li peyama xwe, xwedî derketinê ye, mebest soza jiyenek bi rûmet û ji koletîyê rizgar bûn e.

Di her dema ku ez derheqî pirs û pirsgirêkên kurdan da, matmayî û bê bersiv dimîn im, raste rast qesta Filosof, Ronakbîr û Rênîşanderê berî 320salan A.Xanî di kim û li ser fikrên wî di Nexşeya Rê û Design a pirsa kurdî da ku, wî ji bo dewletbûna kurdan û serxwebûna Kurdistanê ev fikre darêt bûn, weke mînak her carê li bîr tînim, ji bo rastîya serwer û serdarên kurdan ji bo rêveberîya îdarî kirinê em binêrîn Xanî çi dibêje:

Qisirnezer in, di bê teemul

Hazir xezebin, di bê tehemmul

…….

Mirêd, bi dewlet û feraset

Sahib şefqet, xwedan siyaset

Ew her kesekî xwedan nakin

Hetta wekû îmtîhan nakin

Çil carî dikin yekî micerreb

Paşê ewî, dê bikin miqerreb

Rûpelên dîrokê, serbûr û tecrûbên pêvajoya jiyana kurdan ya siyasî jî, bi her 10 tiliyan fermodeyên A.Xanî pejirandin e, îmaza kirin e, vaye îro shahide û sobe jî Dadger!!!

Necîb Balayî

 

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: