Vegera ber bi zarokiyê ve

Ez dixwazim vegerim zarokîya xwe, ew zarokîya ez têda ne jiyayim, zarokîya yarîyên xwe têda bi nîvî hêlayîn, zarokîya têr têda nehatîme delilandin u nazdarkrin, yan jî ya ku, qet nezanî kanê nazdarî çi ye? Zarokîya li rojên cejin u di şahiyan da, cilên diryay di berda u li demê yarîk û geriyanan bi pên pêxas di meşiya.

Zarokîya danê xwarinê li ser hatî feriz kirin, te bivêt…te nevên dê xuy, tu razî bî..nerazî dê xuy, têr bî… birsî bî eve ..!!

Zarokîya birsa xwe li benda hêka mirîşka bajêle hêlay, ya ku, her deh rojan carekê hêkek berdida di kolkê malê ve u bi kefa gopalî ji paşiya kolkî di îna der kanê sax yan ji şikestî dê gehîte destên te zaroko…, da ku, birsa xwe pê bişkênî u pê nîvtêr dibî!?

Zarokîya li benda bekirê Eetarr dima, yê ku bazirganî bi çantka milî dikir, kanê dê kengî hête gundî daku, bi dilekê hesret careka dî tamkete loqme, şekrok u kîrên qazî…

Zarokîya bêgunah ya ku, li demê yarîyên şer u cenganê da, tiveng ji dar leven û rext û fîşek ji golçîçek û daralînkan dirost dikrin …

Zarokîya ezmansork, ecine u dêwan mohra xwe li mejiyê wan day û bûyine egera tirseka ebedî u heta mirinê jî, ji sîtafka xwe di tirsît…!!

Zarokîya jêk hat bu vavartin, eve yên mala şêxî ne, eve yên mal melane, eve yên beg u axa ne, eve yên seyîdan e, eve yên hhecî u sofiyane, u eve jî yên kirmancane, hemî jî di gundekê wêran da di jiyan, te talankir baye tu nedişiyay derhemekî jê derbêxî!!

Lê dîsan jî serê gundî dalehî li binê gundî dikrin, vî taxî li yê dî simbêlên xwe didane bay, heroj jî, li ser kanîya gundî şerê binemal û ûcaxan xew ji çavên vê Zarokîyê di revandin..jinan li ser tenwîran û li ber balavan agirê geshkrina van şeran dadidan, u zelamên gundî jî, ji simbêl badanê, zarok vecinqandin u jinqûtanê tiştekê dî nedizanî..

Gelo we jî divêt vegerin vê zarokiyê? Yan we jibîr kirîye?

Eger we jî bivêt u ji xwe bigirin ber bi vê zarokîyê bidene rê..fermon xwe biçemînin wan hemî stiryan ji binê pên xwe derbînin yên we jibîr kirîn, eger hwîn bixwayin cardî bizivirin bo vê zarokiyê, her yek ji we çend cutên pêlavên nwî, çend destên cilkên nwî, u zadê çend rojan li gel xwe bînin, da qesta wê zarokiyê bikeyn..dest bi meşa zarokan bikeyîn…zarokên dixwazin bigehin kesayetiya xwe ya ku jê hatîye dizîn, bigehin wê nasnamê, ew nasnama nizanim kî bu jê standî

Daybaban? Beg u aghan? Dagîrker u serdestan? Mamostayên bêrehhim? Yan jî zemanê bêbext…?!

Hey gidî donya…?!

Mirovê bebext…zemanê bêbext!!!

Yê ku, nasnama zarokiyê ji kesên 4-12 salî standîn u peyva zarokiyê li wan xeware kirî, u ew fêrkirîn kanê deyin û dol, xwîndarî u tolvekrin, koçberî u rev u rû ..koştin u dagîrkirin çine!!!

Werin li zarokiya xwe bigerhîn…werin meşa zarokan bideyin destpêkrin u angu u têgeheka nwî ji bo vê qunaxa pîroz bi afirînîn, seroçavên zarokiya duhî ji gemar u qirêja kevneşopiyê bişoyin u vê girnijîna nazik u jêhatî ji bin bare bêrehmîya rojên burî rizagar bikeyîn…ji ber ku, zarokê nebîte xudan nasnama xwe ya rasteqîne, u kesayetîya xwe ya bihêz, ew neşêtin nasnama Welatekî jî biparêzît!!!!

Necîb Balayî

Prag 04.04.2007

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: